*Teswîra wêneyî: Serokê Qiralîya Yekbûyî, Boris Johnsonî piştî nûçeya biserkeftinê li ber deriyê xwe destê xwe bilind kiriye û silavê dide yên li derdorê. Johnson kesekê zerîn e. Bedlekê lacîvert li xwe kiriye.(Wêne: AA)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Anketên sindoqan dîyar dikin ku Partîya Konservatîf ya Boris Johnsonî, di hilbijartina pêşwext ya Brîtanyayê(Qiralîya Yekbûyî) de bi ser ketiye.
Li gor anketan Partîya Konservatîf ê 368 kursîyan bi dest bixe û dikare hikûmetê bi serê xwe ava bike.
Partîya Karkeran, ku mixalifa sereke ya Brîtanya ye, 190 kursîyan bi dest dixe.
Li Brîtanya, partîyeke ku li herêmekê bi ser dikeve, wek ku hemî dengên li wê herêmê sitandine, tê hesibandin.
Di Civata Jêrîn ya Brîtanya de 650 kursî hene û partîya ku 326 kursîyan bi dest dixe, dikare bi tenê hikûmetê ava bike.
Corbyn: Ez ê dest ji serokatiyê berdim
Teswîra wêneyî: Serokaê Partiya Karkeran, Jeremy Korbin û hin mirovên li derdora wî dixweyîn. Mirovên derdorê bi telefona xwe wêneyê Corbynî digirin. Corbynmirovekê porspî ye û berçavikek li ber çavê wî heye.
Serokê Partiya Karkeran Jeremy Korbynî piştî encamên destpêkê gotiye ew hêvîşikestî bûye. Herweha wî diyar kiriye ku ew ê dest ji karê xwe berde.
Brexit ê pêk bê
Bi vê encamê Johson bêyî piştgiriya partiyên dî dê bikare yasaya Brexitê bide qebûlkirin.
(MB)
**Çavkanî: Dengê Amerîkayê, Ajansa Anadoluyê
*bianet Kurdî ji ber çi teswîra wêneyan dinivîse: Ew kesên ku xwediyên pêdivîyên taybet in, bi amûrên teknîkî nûçeyan dixwînin û wêneyan nabînin. bianet ji wan re teswîr dike.