Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî erdheja Pazarcikê ya ku li 10 bajaran bandor bûye, Hêlên Esmanî yên Tirkiyeyê(THY) bihayê bilêtên seferên ji 4 bajaran bo Stenbolê daxistiye 100 TLyan.
Li gor daxuyaniya Şêwirmendê Çapemeniyê yê THYyê Yahya Ustun ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kiriye, ew ji bo ku malzemeyên alîkariyê yên mirovî û ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê bigihêjin herêmên erdhejê, di bin kordînasyona AFADê de xebatên xwe didomînin.
Ustun diyar kiriye ku THYyê heta niha 47 sefer pêk anîne ku 9 ji wan balafirên kargoyê bûne û weha gotiye:
“Me bihayê bilêtên hemû seferên me yên ji bajarên Edene, Amed, Riha û Xarpêtê bo Stenbolê heta 13ê Sibatê tevî bacan kiriye 100 TL.”
(Mİ/AY)