Fotograf: AA
Piştî zêdebûna hejmara tûşbûyên koronavirusê ango Covid-19ê di van rojên dawiyê de, Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê qedexeyeke nû ya hatinûçûnê li herêmê ragihandiye.
Li gor daxuyaniya Wezaretê, qedexeya hatinûçûnê ji bo dema 6 rojan e û ji saet 12.00ê şeva 1ê Hezîranê wê dest pê dike û heta saet 12.00ê şeva 6ê Hezîranê dom bike.
Wezaretê ragihandiye, her kesê ku qedexeyê binpê bike û pabendî biryar û tedbîran nebe, dê were ceza kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Navxweyî de hatiye gotin ku “Hatinûçûn bi tevahî di navbera parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce û îdareyên serbixwe yên Raperîn û Germiyanê û tevahiya yekeyên îdarî û bajar û bajarokan qedexe ye.”
Her weha bi biryara Wezareta Navxweyî, ji bilî Wezîr û karmendên ofîsên wan, dewama tevahiya fermangehan û saziyan jî hatiye rawestandin.
Çavkanî : Rûdaw