bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Li Herêma Kurdistanê şeş leşker mirine
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê, li Herêma Kurdistanê, di dema “Operasyona Pencik-Mifteyê” de şeş leşker mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya Netewî aşkere kir ku li Herêma Kurdistanê, di dema “Operasyona Pencik-Mifteyê” de bi guleyên gerîlayên PKKyê şeş leşker mirin.
Wezaretê nav û paşnavên leşkeran ragihand: Serpelê piyade Uğur Altınbaş (27, Elezîz), çawişê pispor Kemal Ozer (26, Denîzlî), serdesteyê pispor ê piyade Uğur Özdemir (29, Dîlok), leşkerê bi peyman ê piyade Mahmut Üçdağ û çawişê pispor ê piyade Özkan Lale (29, Sêwas).
Wezaretê îro di saetên nîvro de daxuyaniyeke nû weşand û diyar kir ku çawişê pispor ê piyade Mustafa Sezerê birîndarbûyî jî miriye.
Wezareta Berevaniyê destnîşan kir ku operasyona li nava sînorê Herêma Kurdistanê pêk tê, berdewam dike.(AS/FD)
nûçeyên pêwendîdar
yên pirxwendî
Salih Muslim: Heke peyman bi rastî were cîbicîkirin, dê Sûriyeyeke nû ava bibe
12 Adar 2025

Hunermendên ku di Newrozê de derdikevin ser dikê diyar bûn
13 Adar 2025

10emîn salvegera Kovara Jineolojiyê: “Jineolojî ji bo jinan nexşerêyek e”
12 Adar 2025

Li Iraqê rojnamegerek hat kuştin
13 Adar 2025

Gazete Duvar hat girtin
13 Adar 2025

Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.