Fotograf: Rûdaw
Li Herêma Kurdistanê hilberîna hejîran sal bi sal zêdetir bûye. Rêjeya hilberîna hejîran di çar salan de ji 3 hezar û 798 tonan derketiye 18 hezar û 116 tonan. Her weha tenê li Akreyê salanê hezar darên hejîran zêde dibin.
Li Akreyê hilberîna hejîran salane 10 ton heta 12 tonî zêde dibe
Cotkar Muntesir Xamela, xelkê bajaroka Bicîlê ye ji Rûdawê re axiviye û gotiye: “Çend sedemên serekî hene ku hêjîrên Becîlê ciwan, şirîn û cûdabin ligel hemû Herêma Kurdistanê. Ew jî ew e kul i Bicîlê ax û hewayekî baş heye. Heke kesêk şitlê hêjiran ên vê derê bibin her ciheke din dê heman tamê nedin.”
Dikandar Ridwan Mihmedî jî gotiye: “Îsal berhemên hêjîrê gelek e û ji bo derve jî daxwaz hene. Piraniya xelkê me ji bo kesên derveyê dişînin an jî dema seferê dikin ligel xwe dibin. Nirxê kîloyek îro bi 1500 dînarî ye, lê di destpêkê de 4 hezar heta 5 hezar dînaran bû.”
Endazyarê Çandiniyê Mehdî Tehayî wihe diyar kiriye: “Nêzikî 54 hezar darên hêjîrê yên me hene û nêzîkî 800 donim erd hêjîr heye û salane nêzîkî hezar û 890 ton tê firotin. Her weha salane 10 hezar heta 15 hezar darhejîr zêde debin. Li Akreyê berhemanîna hêjîran nêzîkî 10 ton heta 12 tonan zêde dibe.”
Li bazarên Herêma Kurdistanê 30 cûre hejîr hene
Zêdetirî 30 corên hêjîra li bazarên Herêma Kurdistanê hene ku beşek ji wan bi navên taybet têne nasîn û beşek jî navên navçe yan kesekê diyarkirî ne. Li Akrê heşt corên hêjîran têne firotin ku ya herî diyar hêjîra Ehiya Begê ye.
Li gor daneyên Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê di 4 salên derbasbûyî de 40 hezar û 334 tonên hêjîran li Herêma Kurdistanê hatine bikarbirin ku zêdetirî sedî 90 berhemê xwemalî bûye û sedî 10 jî berhemê hawerdekirî bûye.
Her weha li Herêma Kurdistanê rêjeya hilberîna hejîran ji sedî 79 zêde bûye. Rêjeya hejîran di çar salan de ji 3 hezar û 798 tonan derketiye 18 hezar û 116 tonan. (AY/FD)