Fotograf: AA
Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê biryar daye, ku qedexeya hatinûçûnê ya di navbera bajarên herêmê de heta 15ê Hezîranê dirêj bike.
Di daxuyaniyekê de, Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê aşkere kiriye ku “pêwîst e hemwelatî pabendî rêkarên xweparastina ji koronayê bibin.” Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kiriye: “Pêwîste mesafeya di navbera hemwelatiyan de ji metro û nîvê kêmtir nebe û li firoşgehan û cihên xizmetguzariyan maskeyan bikar bînin.”
Wezareta Navxweyî herwiha daye xuyakirin, ku hatinûçûna di navbera bajaran de bi rêpêdana elektronîkî dibe û di demên gelek pêwîst de hemwelatî dikarin daxwaza vê xizmetguzariyê bikin.
Di beşeke daxuyaniyê de, Wezareta Navxweyî derbarê danîna merasimên şîn û taziyê de hişyarî daye û diyar kiriye: “Danîna şînê eger li mal be jî, qedexe ye û her kesek biryarê binpê bike dê bi du milyon dînaran were cezakirin.” (AY/FD)
Çavkanî: Rûdaw