Fotograf: AA
Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê aşkere kiriye ku biryara qedexeya derketina derve ya ji ber nexweşiya Covid-19ê ango Koronavirusê heta 1ê Gulanê hatiye dirêjkirin.
Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku li tevahiya bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û îdareya serbixwe ya Raperîn, Germiyan hemû yekeyên kargêrî, heta 01.05.2020 demjimêr 12ê şevê” hatine dayîn.
Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku her şofêrê qedexeya hatinûçûnê binpê bike, dê rêkarên yasayî li hember bên girtin.
Li gor biryara Wezareta Navxweyî, qedexeya hatinûçûnê, heta 1ê Gulanê, bi temamî dê ji demjimêr 18.00 ta 00.00 li seranserê Herêma Kurdistanê bê cîbicîkirin.
Herwiha rêpêdana li nav û di navbera bajar û îdareyên serbixwe de, dê li gor sîstema rêpêdana elektronî be ku li malpera Wezareta Navxweyî bi navnîşana ‘moi.gov.krd’ hatiye danîn.
Di daxuyaniya Wezareta Navxweyî de hatiye gotin, ti kesek bêyî rizamendiya Wezareta Navxweyî rê pê nayê dayîn vegere Herêma Kurdistanê, eger li derveyî welat bê, di dema vegerê de dê bê kerentînkirin. (FD)
Çavkanî: Rûdaw