Fotograf: AA
Parlamentoya Herema Kurdistanê du civînek li dar xistiye û parêzbendiya Soran Omer, parlamenterê Komelay Îslamiyê rakiriye.
58 parlamenterên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Rafîdeyn, Geşepêdana Tirkmenî, Çaksaziya Tirkmenî, Gelê Kildan-Suryan-Aşûrî, Ermenî, Lîsta Millet, Eniya Tirkmenî û parlamentere serbixwe Şadî Nezad beşdarî civîna dengdanê bûne. 57 parlameteran dengên erê dane û parlamenteriya Soran Omerî hatiye rakirin.
Parlamenterên Yekîtiya Niştimanê Kurdistan (YNK), Komela Îslamî, Goran, Yekgirtû, Nifşê Nû û Azadiyê beşdar nebûne.
Parêzbendiya Soran Omerî li ser daxwaza Serdozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê hatiye rakirin ku hin doz li wî hatibûn vekirin. Her weha daxwaz hatibû kirin ku parêzbendiya parlamenterê PDKyê Omêd Xoşnaw, parlamenterên Goranê Elî Heme Salih û Şîrîn Emînê jî were rakirin.
Lê di encama civînê de tenê biryar li ser rakirina parêzbendiya Omerî hatiye dayîn. Di dengdana rakirina parêzbendiya Elî Heme Salih û Şîrîn Emînî de tenê 4 parlamenteran deng dane. Ya Omêd Xoşnavî de jî tenê 3 kesan deng dane.
Omer: Nikarin parlamentoyê bigirin dixwazin devê parlamenteran bigirin
Soran Omerî rakirina mafê parêzbendiya xwe wek destpêka karekî metirsîdar binav kiriye û got, “Êdî her kesek ji van re bêje gendel wê bidin dadgehê, ew nikarin parlamentoyê bigrin lê dixwazin devê parlamenteran bidin girtin. Firaksiyona ku îro li parlamentoyê darbe pêkanî, parlamenterên wê firaksiyonê li ser dosya xwepêşandanên Kelarê bi madeya 406ê ya kuştina xwepêşanderan fermana girtinê li ser hene.”
Soran Omerî di dewamê de daye zanîn ger ew li parlamentoyê be û mafê parêzbendiyê hebe yan jî nebe, ew rojnamevan be yan jî aktivîstek be ew ê hertim bêje ku ev dizin û dahata vî welatî didizin.
Soran Omer got: “Ez amademe biçim dadgehê, lê ez baş dizanim ku ti dadwerekî ku di navbera min û Mesrur Barzaniyî de maf bi min bide, wê ti ewlehiya jiyana wî dadwerî nebe.”
Mesrûr Barzanî bi gendeliyê tohmet kiribû
Omerê Parlementerê Komelê berê îdia kiribû ku Mesrûr Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gendelî kiriye û şirketên wî hene. Li ser vê jî Barzaniyî ragihandibû ku bila Omer îdiayên xwe îspat bike heke ne dê wî bide dadgehê. (FD)
* Çavkanî: Rûdaw, AA, Rojnews