Fotograf: Kurdistan24
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 677 kesên din peyda bûye. 18 kes jî mirine. Her weha 312 nexweş baş bûne.
Test ji bo 4 hezar û 928 kesan hatiye kirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 25 hezar û 929 kes nexweş ketine. 948 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 15 hezar û 494 e. (AY/FD)
Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, K24, Rûdaw