Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 932 kesên din peyda bûye. 18 kes jî mirine. Her weha 453 nexweş baş bûne.
Test ji bo 6 hezar û 214 kesan hatiye kirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 553 hezar 459 test hatiye çêkirin. 60 hezar û 183 kes bi Covîd-19ê ketine û 2 hezar û 106 kes jî bi Covîd-19ê mirine.
Her weha heta niha 36 hezar û 728 kes jî ji nexweşiyê filitîne û baş bûne. (AY)
*Çavkanî: Rûdaw