Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 569 kesên din peyda bûye. 13 kes jî mirine. Her weha 177 nexweş baş bûne.
Test ji bo 3 hezar û 402 kesan hatiye kirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 19 hezar û 335 kes nexweş ketine. 699 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 10 hezar û 821 e. (AY/FD)
Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, K24, Rûdaw