Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 53 kesên din peyda bûye. 20 kes jî mirine. Her weha 400 nexweş jî baş bûne.
Wezaretê diyar kiriye, ku ji pêketiyan 461 kes li Hewlêrê, 148 kes li Silêmaniyê, 4425 kes li Duhokê û 19 kes li Helebceyê ne.
Her wiha ji kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine, 4 kes ji wan li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 6 li Duhokê û 3 kes jî li Helebceyê ne.
Di rojekê de test ji bo 6 hezar û 251 kesan hatiye çêkirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 67 hezar û 184 kes nexweş ketine. 2 hezar û 263 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 39 hezar û 207e. (AY)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rûdaw