Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 900 kesên din peyda bûye. 22 kes jî mirine. Her weha 429 nexweş baş bûne.
Test ji bo 5 hezar û 609 kesan hatiye kirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 57 hezar û 365 kes nexweş ketine. 2 hezar û 40 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 35 hezar û 705e. (AY)
*Çavkanî: Rûdaw