Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 69 kesên din peyda bûye. 4 kes jî mirine. Her weha 971 nexweş jî baş bûne.
Wezaretê diyar kiriye, ku ji pêketiyan 17 kes li Hewlêrê, 17 kes li Silêmaniyê, 33 kes li Duhokê, kesek li Raperîn û kesek jî li Germiyanê ye.
Her wiha ji kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine, 2 ji wan li Silêmaniyê û 2 kes jî li Duhokê ne.
Di rojekê de test ji bo 3 hezar û 867 kesan hatiye çêkirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 104 hezar û 843 kes nexweş ketine. 3 hezar û 431 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 83 hezar û 872e. (AY)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê