Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 645 kesên din peyda bûye. 25 kes jî mirine. Her weha 474 nexweş jî baş bûne.
Wezaretê diyar kiriye, ku ji pêketiyan 156 kes li Hewlêrê, 178 kes li Silêmaniyê, 247 kes li Duhokê û 17 kes li Helebce, 41 Germiyan û 6 kes jî li Raperînê ye.
Her wiha ji kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine, 9 kes ji wan li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 6 li Duhokê û 2 kes j li Helebce, 1 Germiyan û 1 kes jî li Raperinê ye.
Di rojekê de test ji bo 5 hezar û 437 kesan hatiye çêkirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 90 hezar û 904 kes nexweş ketine. 2 hezar û 891 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 55 hezar û 988e. (AY)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rûdaw