Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 435 kesên din peyda bûye. 25 kes jî mirine. Her weha 324 nexweş jî baş bûne.
Wezaretê diyar kiriye, ku ji pêketiyan 144 kes li Hewlêrê, 153 kes li Silêmaniyê, 135 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.
Her wiha ji kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine, 3 kes ji wan li Hewlêrê, 19 kes li Silêmaniyê, 2 li Duhokê û kesek jî li Helebceyê ne.
Di rojekê de test ji bo 4 hezar û 275 kesan hatiye çêkirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 94 hezar û 856 kes nexweş ketine. 3 hezar û 61 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 58 hezar û 640e. (AY)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rûdaw