Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 356 kesên din peyda bûye. 9 kes jî mirine. Her weha 595 nexweş jî baş bûne.
Wezaretê diyar kiriye, ku ji pêketiyan 89 kes li Hewlêrê, 73 kes li Silêmaniyê, 167 kes li Duhokê, 4 kes li Helebce û 20 li Germiyan û 3 li Raperînê ye.
Her wiha ji kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine, 2 kes ji wan li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê û kesek li Duhokê, kesek jî li Germîyanê ye.
Di rojekê de test ji bo 2 hezar û 985 kesan hatiye çêkirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 99 hezar û 214 kes nexweş ketine. 3 hezar û 243 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 63 hezar û 59e. (AY)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rûdaw