Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 278 kesên din peyda bûye. 5 kes jî mirine. Her weha 283 nexweş jî baş bûne.
Wezaretê diyar kiriye, ku ji pêketiyan 35 kes li Hewlêrê, 42 kes li Silêmaniyê, 197 kes li Duhokê, 2 kes li Raperîn û 2 kes jî li Germiyanê ye.
Her wiha ji kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine, 2 ji wan li Hewlêrê, 2 li Silêmaniyê û kesek jî li Raperînê ye.
Di rojekê de test ji bo 4 hezar û 112 kesan hatiye çêkirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 102 hezar û 104 kes nexweş ketine. 3 hezar û 348 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 67 hezar û 544e. (AY)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, K24