Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 236 kesên din peyda bûye. 8 kes jî mirine. Her weha 387 nexweş jî baş bûne.
Wezaretê diyar kiriye, ku ji pêketiyan 78 kes li Hewlêrê, 79 kes li Silêmaniyê, 56 kes li Duhokê, 10 kes li Helebce û 13 li Germiyanê ye.
Her wiha ji kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine, 2 kes ji wan li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 6 kes jî li Duhokê ye.
Di rojekê de test ji bo 4 hezar û 205 kesan hatiye çêkirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 97 hezar û 820 kes nexweş ketine. 3 hezar û 203 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 61 hezar û 590e. (AY)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rûdaw