Fotograf: AA (Arşîv)
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 232 kesên din peyda bûye. 14 kes jî mirine. Her weha 92 nexweş baş bûne.
Test ji bo hezar û 771 kesan hatiye kirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 5 hezar û 904 kes bi Covîd-19ê ketine û 200 kes jî pê mirine. Hezar û 767 kes jî ji nexweşiyê filitiye û baş bûne. (AY/FD)