Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 222 kesên din peyda bûye. 3 kes jî mirine. Her weha 320 nexweş jî baş bûne.
Wezaretê diyar kiriye, ku ji pêketiyan 43 kes li Hewlêrê, 34 kes li Silêmaniyê, 136 kes li Duhokê, kesek li Helebce û 8 li Germiyanê ye.
Her wiha ji kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine, kesek ji wan li Hewlêrê, kesek li Silêmaniyê û kesek jî li Duhokê ye.
Di rojekê de test ji bo 2 hezar û 903 kesan hatiye çêkirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 100 hezar û 719 kes nexweş ketine. 3 hezar û 303 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 65 hezar û 283e. (AY)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rûdaw