Fotograf: AA (Arşîv)
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 216 kesên din peyda bûye. 10 kes jî mirine.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 4 hezar û 679 kes bi Covîd-19ê ketine. Hezar û 517 kes baş bûne. 142 kes jî bi vîrusê mirine.
Hejmara pêketî û miriyan herî zêde li Silêmaniyê ye
Li bajarê Silêmaniyê heta niha 3 hezar 431 kes bi Covîd-19ê ketine û ji wan 120 kes bi vîrusê mirine.
Li Hewlêrê qedexeya hatûçûnê hatiye ragihandin
Odeya Operasyonên Hewlêrê daxuyanî daye û gotiye, ji saet 20:00ê êvarê û heta 05:00ê sibê çûnûhatin hatiye qedexekirin.
Odeyê di daxuyaniyê de aşkere kiriye, heta roja 03. 07. 2020an çûnûhatina di navbera parêzgeha Hewlêrê û tevahiya parêzgehên Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê tên qedexekirin.
Her weha di daxuyaniyê de hatiye aşkere kirin, ji bilî dermanxaneyan Rojane ji saet 20:00ê êvarê û heta 05:00ê sibê hemû bazar, dukan, marketên taxan tên girtin,
Roja îniyê jî bazara firîndeyan, pêşangehên otombîlan, cihên yarîkirinê bi yekcarî tên girtin û par, havîngeh, holên boneyên olî û laşciwaniyê jî tên girtin.
Odeyê diyar kiriye, biryarên qedexeyê di saet 00:00ê şeva 26ê Hezîrana 2020an de wê bê cîbicî kirin. (AY/FD)
Çavkanî: gov.krd, Kurdistan24