Hewlêr. Fotograf: AA
Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 7 kesên din bi Covîd-19ê mirine. Li gel van kesan hejmara miriyan li Herêma Kurdistanê gihaştiye 14an.
Li gor zanyariyên dawîn ê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê heta niha 849 kes bi koronayê ketine û hejmara nexweşan jî her diçe zêdetir dibin.
Li daweteke Duhokê 52 kes bi nexweşiyê ketine
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye û gotiye, 19 nexweşên nû yên Covîd-19ê hatine tespîtkirin. Ev kes li bajarê Duhokê di dawetekî de di dema nanxwarinê de bi nexweşiyê ketine. Bi zêdebûna van kesan, hejmara kesên ku di wê dawetê de bi nexweşiyê ketine gihaştiye 52an.
Her weha 35 kes jî li Silêmaniyê bi vîrusê ketine.
Qedexeya derketina derve ya 6 rojan îro bi dawî dibe
Qedexeya derketina derve ya ji bo 6 rojan li seranserê herêmê hatibû ragihandin wê îro di saet 18.00an de bidawî bibe. Her weha qedexeya hatûçûna di navbera bajaran de wê berdewam be.
Firset Sofî, Waliyê Hewlêrê di civîneke rojnamevanî de ragihandiye û gotiye, ku di saet 18.00ê 3ê Hazîranê pê ve wê bazar û cihên giştî vebin û qedexe bidawî bibe.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 849 kes bi nexweşiyê ketine û ji wan 434 kes baş bûne. 14 kes jî bi vîrusê mirine. (AY/FD)
Çavkanî: Rûdaw