Fotograf: Kurdistan24
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 684 kesên din peyda bûye. Ji kesên ku pêketine 229 kes li Hewlêrê, 60 kes li Silêmaniyê, 30 kes li Germiyanê û 337 kes li Duhokê û 28 kes li Helebceyê ne.
Her weha 21 kes jî ji ber nexweşiyê mirine. Ji wan 5 kes li Hewlêrê, 10 li Silêmaniyê, 1 li Germiyanê û 8 kes jî li Duhokê ne.
Di 24 saetên dawî de 283 nexweş baş bûne.
,Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 48 hezar û 494 kes nexweş ketine. Hezar û 770 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 30 hezar û 888e. (AY/FD)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê