Foto: Jinha
Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Pêşîlêgirtina Tûndiya li Malbat û Jinan, di meha Tîrmeh û Tebaxê de li Herêma Kurdistanê, tundkarî li 2 hezar û 520 jinan bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Jinhayê, di van her du mehan de, tundkarî herî zêde li Hewlêrê li jinan bûye.
Di Tîrmehê de tundkarî li 894 jinan bûye
Di meha Tîrmehê de mêran tundkarî li 894 jinan kiriye. Jinek kuştine, 5 jinan xwe kuştiye, 3 jin bi madeyên agirgir mirine, êrîşa zayendî li 14 jinan bûye û 871 bûyerên tundkariyê bûne. Di meha Tîrmehê de herî zêde tundkarî li Hewlêrê pêk hatiye ku 296 bûyer li vir tomar bûne. Dîsa li Dihokê 250, li Silêmaniyê 212, li Germiyanê 83, li Raperînê 25 û li Soranê jî 28 bûyer, pêk hatine.
Di Tebaxê de hejmar zêdetir bûye
Li gorî daneyên ku rêveberiyê weşandine, di meha Tebaxê de hejmara tundkariyê zêde bûye. Di Tebaxê de mêran 3 jin kuştine. 3 jinan xwe kuştiye. 4 jin bi madeyên agirgir mirine. Êrîşa zayendî li 9 jinan bûye.
Hewlêr di vê mehê de jî di serê lîsteyê de ye. Li Hewlêrê 729 bûyerên tundkariyê, li Dihokê 356, li Silêmaniyê 329, li Germiyanê 116, li Raperînê 36 û li Soranê jî 41 bûyer pêk hatine. (FD)