Li Herêma Kurdistanê ji ber vîrusa koronayê (Covîd-19) qedexeya derketina derve hatiye dirêjkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê da hatiye diyarkirin ku qedexeya derketina derve ya 48 saetan ku pêr hatiye cîbicîkirin, heta ragihandineke din hatiye dirêjkirin.
Di daxuyaniyê da hatiye gotin, kesên ku di qadên mecbûrî yên wekî tenduristî û ewlekariyê da peywirê dikin ne tê da, destûr dê neyê dayîn ku ti kes derkeve derva, heger na wê bi cezayê pereyan werin cezakirin.
Ji aliyekî din di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê da hatiye ragihandin ku li Hewlêrê di 41 kesên din da jî vîrusa koronayê hatiye tesbîtkirin û herwiha li herêmê hejmara giştî ya nexweşan derketiye 277an. (FD)
Çavkanî û foto: AA