Wezareta Bergiriyê ya Neteweyî (MSB) daxuyand ku PKKê li herêma “Tevgera Kilîd Pence”yê gule li baregehê reşandiye û di encamê de leşkerek mir.”
Wezareta Berevaniyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku çawîşê pispor Musa Esat Kaya di 12ê Çiriya Pêşiyê de li herêma operasyonê di encama gulebarana PKKyiyan de mir.
Di operasyona navborî de di 9-10ê Çiriya Peşîyê de jî 2 leşker miribûn.
Operasyonên pençikê yên ku cara ewil di 28ê Gulana 2019an da li herêmên wekî Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hatibûn destpêkirin, ji wê rojê heta niha dewam dikin.
(NT/AY)