Li Iraqê nakokiya ku bi salan e di navbera hikûmeta federal û Rêveberiya Herêma Kurdistanê de li ser birêvebirina çavkaniyên petrolê, parvekirina dahatan û statuya herêmên nakokbar didome, mezintir bû.
Serokwezîr Îraqê Elî Falih ez-Zeydî lêpirsîna qaçaxçîtiya petrolê weke hêcet nîşan dabû û bi çend biryaran dest danîn ser birêvebirina qadên petrolê û deriyên sînor yên Herêma Kurdistanê.
Li bajarên Hewlêr, Dihok û Zaxoyê li dijî biryarên hikûmeta Îraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê xwenîşandan hatin lidarxistin.

Qaymeqamê Hewlêrê ji Rûdawê re ragihandiye ku "bi dehan hezar kes" beşdarî xwenîşandanê bûne û tê çaverêkirin ku biheman armancê li Rojhilat û Rojavayê jî xwenîşandan bên li dar xistin.
Dema xwenîşandana Hewlêrê saet 10:30î bû lê beriya wê demê jî bi hezaran kes li nêzîkî Keleha Hewlêrê kom bûn.
Welatî bi Alaya Herêma Kurdistanê beşdar bûn û gef û biryarên hikûmeta Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin.

Bexdayê li ser qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê biryarên nû dan
Her weha qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd weha gotiye:
"Bi dehan hezar kes beşdar bûn, ti pirsgirêk derneket û hemûyan bi yek dengî biryar redkirin. Hêzên ewlehiyê bi hevahengiya li gel welatiyan aramî û ewlehiya xwenîşandanê biawayekî rêk û pêk parast."
Mêr, jin û zarok bêyî cudahiya temenî beşdarî xwenîşandana Hewlêrê bûn. Di nav wan de hunermend, mamoste, çalakvan û heta kesên xwedî pêdiviyên taybet jî beşdarbûn û hemû li ser redkirina biryarên 24ê vê mehê yên hikûmeta Îraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê yekdeng bûn.
Di xwenîşandana îro de ku Alayeke mezin a Herêma Kurdistanê hatibû bilindkirin, hunermendê navdar Şivan Perwer jî beşdar bû. Şivan Perwer di peyamekê de bi zimanên Kurdî, Îngilîzî û Tirkî ji aliyên siyasî û gelê Kurd xwest ku li hemberî hemû gef û metirsiyan yekdeng û yekgirtî bin.
Li Dihok û Zaxoyê jî nerazîbûn hat nîşandan
Îro li ber Zanîngeha Dihokê bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekar û Lawên Demokrat ênKurdistanê kombûneke nerazîbûnê hat lidarxistin.
Her wiha li Zaxoyê jî bi kombûnekê biryarên hikûmeta Îraqê yên li hemberî HerêmaKurdistanê hatin redkirin.
Rojava û Rojhilat jî piştgiriyê didin

Îro jî wekî doh, demjimêr 14:00an li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê kombûna nerazîbûnê dest pê kir û berdewam dike.
Li Rojhilatê jî doh li bajarê Sineyê banga xwenîşandanê hatibû kirin û li gorî bangawaziyan dê piştî nîvro li wî bajarê Rojhilatê jî kombûneke nerazîbûnê bi rêve biçe.
Biryarên Bexdayê
Biryarên ku Serokwezîr Îraqê Elî Falih ez-Zeydî di 24ê Mijdarê de li dijî Herêma Kurdistanê derxistibûn weha ye:
Yekem: Biryarên îdarî û cezayî
Serokwezîrê Îraqê biryar da ku ev guherîn û ceza bên bicihanîn:
Serokê Desteya Deriyên Sînorî yên Îraqê ji kar hat dûrxistin.
Fermandarê Operasyonên Kerkûkê û Birêvebirê Polîsê Kerkûkê ji ber ku wan dosyeya qaçaxçîtiya berhemên petrolê neşopandiye ji kar hatin dûrxistin.
Fermandarê Lîwaya Yekem a Polîsê Enerjiyê, alîkarî wî, Birêvebirê Îstîxbarata wêlîwayê û Birêvebirê Beşa Xalên Kontrolê yên lîwayê ji karên xwe hatin dûrxistin.
Cezayê hişyarkirinê li Birêvebirê Asayîşa Niştimanî û Birêvebirê Îstîxbarata Niştimanîyên parêzgeha Kerkûkê hat birîn.
Karên Birêvebirê Giştî yê Şirketa Petrola Bakur û alîkarên wî heta ku lêkolînên Desteya Destpakiyê ya Federal biqedin hatin rawestandin. Her wiha birêvebirê berê yê şirketê jibo lêkolînê hat şandin.
Birêvebirê Beşa Kontrolê yê li Kerkûkê yê Şirketa Giştî ya Belavkirina Berhemên Petrolê ji ber ku erkên xwe bi cih neanîne ji kar hat dûrxistin.
Karên Birêvebirê Giştî yê Bipêşketina Pîşesazî û Birêvebirê Giştî yê Şirketa PîşesaziyênKanzayî yên li Wezareta Pîşesazî û Kanzayan heta ku lêkolînên Desteya Destpakiyê ya Federal biqedin hatin rawestandin.
Duyem: Pêşniyarên îdarî, teknîkî û şandina dadgehê
Li gorî daxuyaniyê, biryar hatiye dayîn ku dosye û binpêkirin ji dadgehê re bên şandin û Desteya Destpakiyê ya Federal li ser van xalan lêkolînê bike û wan bibe ber dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Tawanên Têkoşîna li Dijî Gendeliyê ya Navendî:
Peymanên firotina berhemên petrolê yên di navbera Şirketa Petrola Bakur, şirketa"Mihwer Fizî" û şirketên din de bên kontrolkirin û piştrastbûn ji hemû wê petrola kuhatiye dabînkirin çêbibe.
Rêbazên radestkirin û dabînkirina petrola xav ji aliyê Wezareta Petrolê ve ji bo her du parzûngehên "Baziyan" û "Kar" bên kontrolkirin da ku bê piştrastkirin ka petrola ku hatiye dayîn û ya ku hatiye wergirtin wekî hev in an na.
Li gel birêvebir û karmendên Şirketa Petrola Bakur ji ber xemsarî û binpêkirinên wan ên di şopandinê de lêkolîn bê kirin.
Li ser wan destûrên ku ji aliyê Wezareta Pîşesazî û Kanzayan (Birêvebiriya Bipêşketina Pîşesazî) ve ji bo hemû kargehan û wan şirketên ku bûne sedema hederdana samana giştîhatine dayîn lêkolîn bê kirin.
Li ser wan pereyên ku ji bo nobedarên sivîl ên parastina boriyên petrolê hatine xerckirinlêkolîn bê kirin, ji ber ku ew kes li Şirketa Petrola Bakur nînin.
Li ser binpêkirinên ku ji ber nebûna testên laboratuwarê hatine tomarkirin lêkolîn bêkirin û qasê wan berhemên petrolê yên ku bi rêya deriyên Herêma Kurdistanê ji Îraqê derketine bê eşkerekirin.
Sêyem: Biryarên li ser Herêma Kurdistanê û deriyên sînorî
Serokwezîrê Îraqê 3 biryarên sereke li ser Herêma Kurdistanê û deriyên sînorî dan:
Ji Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re rênimayek bê şandin ku ji bo hinartina petrola xav û berhemên petrolê ti destûrekê nede û ev kar tenê bi rêya Wezareta Petrolêya Federal bê kirin da ku desthilat têkelî hev nebin.
Desteya Deriyên Sînor ên Îraqê hemû deriyên sînor ên li Herêma Kurdistanê wergire.
Wezareta Petrolê bê erkdarkirin ku hemû wan qadên petrolê yên girêdayî wezaretê bi rêve bibe ku dikevin sînorên îdarî yên parêzgehên Diyala, Kerkûk, Selahedîn û Nînowayê û ji aliyê ewlehiyê ve di bin desthilata Herêma Kurdistanê de ne.
Çarem: Tedbîrên ewlehî, leşkerî û kontrolkirina sînoran
Di warê ewlehî, leşkerî û kontrolkirina sînoran de jî ev biryar hatin dayîn:
Fermandariya Hêzên Sînor dê hemû deriyên nefermî yên li ser sînorên navneteweyî yên bi welatên cîran re bigire, tevî deriyên nav Herêma Kurdistanê jî.
Wezareta Parastinê hat erkdarkirin ku her du lîwayên Yekem û Duyem ên Erkê Hevbeşhemû rêyên bejayî û alîkar ên di navbera parêzgehên Diyala, Selahedîn, Kerkûk û Nînowa û Herêma Kurdistanê de bigirin.
Wezareta Karên Navxwe, Birêvebiriya Polîsê Enerjiyê erkdar kir ku hemû qadên petrolê wergire, biparêze û bi kamerayan çavdêriya wan bike, tevî wan qadên ku dikevin sînorên îdarî yên hikûmeta federal û ji aliyê ewlehiyê ve di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne.
Pêncem: Tedbîrên teknîkî, çavdêrî û endezyariyê
Di dawiya biryaran de, ev gavên teknîkî û endezyariyê hatin diyarkirin:
Ji bo rêkxistina tevgera berhemên petrolê ya di navbera parêzgehan de û bi rêya deriyênsînorî dê mekanîzmayeke zelal bê amadekirin û hemû alî dê pêbendî wê bin.
Ji bo parastin û çavdêrîkirina borî û bîrên petrolê dê teknolojiya nû bê bikaranîn û "Pergala Niştimanî ya Dîjîtal ji bo Çavdêrîkirina Hêlên Petrolê û Eşkerekirina Qaçaxçîtiyê" bê avakirin.
Wezareta Petrolê dê li ser hemû bîrên petrolê yên çalak ên Îraqê pîverên elektronîk deyne.
Tîma endezyariyê ya Nivîsîngeha Serokwezîr dê li xalên kontrolê yên ketina Silêmanî, Hewlêr û Dihokê cihên taybet amade bike da ku karmendên Wezareta Petrolê, PolîsêEnerjiyê û Asayîşa Niştimanî tê de bi cih bibin. Her wiha li wan xalên kontrolê dê ji bopişkinîna berhemên ku diçin wan parêzgehan laboratuwar bên danîn.
Wezareta Pîşesazî û Kanzayan hat erkdarkirin ku di nava 6 mehan de hemû kargehên qîra oksîdkirî û neftayê yên li sînorên îdarî yên parêzgehên Diyala, Selahedîn, Kerkûk û Neynewayê yên ku li derveyî kontrola ewlehî ya hikûmeta federal in, veguhêze deverêndin ên nav heman parêzgehan.
(AY)

