Şepêla nexweşiya înfluenzaya H1N1 ku weke şewba berazan tê zanîn li Herêma Kurdistanê bûye sedema mirina 3 welatiyan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê, Saman Berzincî li Hewlêrê piştî civîna li gel nûnerên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ya derbarê belavbûna nexweşiya şewbê (influenza) de konferanseke rojnamevanî li dar xistiye û têde ragihandiye ku pêla vê nexweşiyê gihîştiye Herêma Kurdistanê.
Li gorî nuçeya Rûdawê, Saman Berzinciyî diyar kiriye, li Herêma Kurdistanê heta niha 20 haletên virusa înfluenzaya dijwar a H1N1ê hatine tomarkirin ku hejmarek ji wan çareseriyên pêwîst wergirtine û rewşa wan baş e. Hejmarek kesên din hêj di jêr çavdêriya bijîşkan de ne.
Berzinciyî daye xuyakirin, li Herêma Kurdistanê heta niha 3 kesan bi sedema nexweşiya înfluenzaya H1N1 canê xwe ji dane û got, “Du ji wan xelkê Musil û Şergatê ne û yekî din ji Rojavayê Kurdistanê ye.”
Saman Berzincî destnîşan kiriye, ji bo rûbirûbûna nexweşiyê amadekariyên pêwîst hatine kirin û li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê wan tîm û komîteyên taybet pêk anîne û derman û pêdivî hatine dabînkirin.”
Li aliyekê din Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê têkildarî nexweşiya înfluenzaya H1N1 rênimayî belav kirine û daxwaz ji welatiyan kiriye ku tendirustiya xwe bi awayekî baş biparêzin.
Rêxistina Tendirustiya Cîhanî di malpera xwe ya fermî de têkildarî nexweşiya înfluenzaya H1N1 dibêje, sê corên A, B û C ên vîrusa înfluenzaya H1N1 hene ku tenê mirov bi du corên wan virusan nexweş dikeve. Ev nexweşî herwiha îpedemîk e û bi rêya kuxik û pijmînê û hensadanê tê veguhastin. (FD)