Wezareta Tendurstiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên nû yên derbarê Koronayê de belav kiriye û li gor van amaran 245 kesên din bi Covid-19ê ango vîrusa koronaya nû ketine. 11 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyekê de ku duh bi şev 23ê Tîrmehê belav kiriye, Wezareta Tendurstiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, di nava 24 saetan de 2 hezar û 227 pişkinînên taybet bi Covid-19ê li herêmê hatine encamdan, ku li gor encamên wan pişkinînan, 245 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.
Ji wan 245 kesan, 101 kes li Hewlêrê, 74 li Silêmaniyê, 21 li Raperîn, 32 li Germiyan, 3 li Duhokê û 14 jî li Helebceyê ne.
Wezareta Tendirustiyê daye xuyakirin, di nava rojekê de 11 pêketiyan canê xwe ji dest dane ku 8 ji wan li Silêmaniyê, 2 li Germiyanê û kesek jî li Hewlêrê ne.
159 kes bi temamî baş bûne
Derbarê amarên başûbuyan de, wezaretê ragihand ku herî dawî 159 kes ji pêketiyan bi temamî ji wê vîrusê xilas bûne û baş bûne, ku 114 kes ji wan li Hewlêrê, 16 kes li Germiyanê, 7 kes li Duhokê û 22 kes jî li Helebceyê bûne.
Niha li Herêma Kurdistanê 11 hezar û 816 kes bi vîrusa Covid-19ê ketine, ku 6 hezar û 468 kes ji wan baş bûne, lê 455 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Rêjeya herî zêde ya pêketiyan û çareserkiriyên wê vîrusê li parêzgeha Silêmaniyê ye. (FD)
Çavkanî - Fotograf: Rûdaw