Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê û Parlamenterê Balikesîrê Ahmet Akin diyar kiriye ku li 11 bajarên herêma erdhejê ceyranê nadin 500 hezar aboneyan.
Akin îro di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kiriye ku ji ber qutbûna elektrîkê herî kêm 2 milyon welatî mexdûr bûne. Akın taloqkirina deynên fatûreyên aboneyan jî rexne kiriye û xwestiye ku deynên wan bên jêbirin.
“Welatiyên ku malên wan di erdhejê de wêran bûne yan jî zirar dîtine ji bo peydakirina gelek pêdiviyên xwe yên sereke bi taybetî jî stargehê zehmetiyan dikişînin. Li herêma erdhejê ji 20ê Sibatê heta niha jî elektrîk ji 500 hezarî zêdetir aboneyên herêma erdhejê re peyda nabe. Wate herî kêm 2 milyon welatiyên me yên li herêma erdhejê bi rojan di tariyê de ne. Hikûmetê ragihandiye ku li herêma erdhejê dê berhevkirina fatûreyên ceyran û gaza xwezayî were taloqkirin. Yekane çareseriya hikûmetê paşxistina fatûreyan e.
Kesên ku ji erdhejê rizgar bûne, jixwe bi gelek pirsgirêkan re, bi taybetî jî ji cihê mayîne re mijûl dibin. Taloqkirina berhevkirina fatoreyan barê welatiyên bê mal sivik nake. Taloqkirina berhevkirina fatûreyan dê pirsgirêkên welatiyên ku malên wan hilweşiyane û xera bûne çareser neke. Divê fatûreyên gaza xwezayî û ceyranê yên mexdûrên erdhejê li şûna ku were taloqkirin demildest bên jêbirin.(HA/AY)