Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di navbera artêşê Tirkiyeyê û YPGyê de li herêma Efrînê şer çêbûye û di encamê de 2 leşker mirine. Hêzên Çekdarî yên Tirkan li wê herêmê “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” dabû destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya ku li hesabê Twîtterê yê Wezareta Berevaniya Netewî hatiye belavkirin, êriş ji aliyê YPGyê ve pêk hatiye û piştî êrişê artêşa dest bi topbarankirina cih û pêgehên YPGê kiriye.
Li gorî Ajansa Anadolûyê cinazeyên leşkeran di Deriyê Gumrukê yê Oncupinarê de anîne û birine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
(EKN/AY)