Ji bo nûçeya Tirkî
Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê Rojnamegerên Bêsînor a Tirkiyeyê Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesin ji ber karên xwe yê rojnamegeriyê hatin girtin. Me derbarê vê yekê de nêzikatiya 22 rojnameyan berhev kirin.
Onderoglu, Fincanci û Nesin bi sedema ji bo rojnameya Ozgur Gundemê nobeta weşanê girtine bi hinceta 'propagandaya rêxistina terorê kirine' hatin girtin.
Rojnameyên ku wê yekê nedîtine
Rojnameyên Sozcu, Aydinlik, Vatan û Milliyetê di rûpelên xwe yên yekem de cih nedan agahiya girtina wan kesan.
Ji hêla din ve rojnameyên Yeni Şafak, Star, Akşam, Takvim, Guneş û Turkiye ku nêzikê hukimetên ne li hemberî girtina wan kesan bêdeng man.
Rojnameyê Ortadogu û Yeniçagê ku nêzî MHPêne û rojnameya Milli Gezeteyê ku nêzî Partiya Saadetê ye jî di weşana xwe de cih nedan agahiya girtina wan kesan.
‘Ji ber propagandayê hatin girtin’ – ‘Propagandistan’
Rojnameya Zamanê ku piştî kayyum lê hat wezîfedarkirin dest bi weşana nêzî hukimetê kir, girtina wan kesan weke 'Ji ber propagandaya terorê 3 kes hatin girtin' belav kir.
Rojnameya Yeni Akitê jî girtina Nesin, Korur û Onderoglu weke 'propagandaya terorê' bi nav kir.
Rojnameyên ku bi kurtasî behsê kirin
Rojnameyên Hurriyet, Posta, Haberturk û Tarafê jî di rûpela yekem de agahiya girtina wan kesan gelek kurt bela kir.
Tarafê wê nûçe weke 'Rewşenbîr hatin kelepçekirin' belav kir û girtina rexne kirin. Lêbelê rojnameyên Hurriyet, Posta û Haberturkê jî giranî dan ser 'propagandaya terorê'.
Yên di maşetê de belav kirin
Rojnameyên Cumhuriyet, Birgun û Ozgur Gundemê girtina wan kesan di manşetê de belav kir. Rojnameya Evrenselê jî di sermanşeta xwe de cih da nûçeya wan kesên girtî.
Rojnameya Cumhuriyetê bi serenavê ‘Faşizm sînor nas nake’, rojnameya Birgunê jî bi serenavê ‘Tu çi dibe bibe lê nebe rojnameger’ nûçeyê belav kir.
Rojnameya Ozgur Gundemê ku Onderoglu, Fincanci û Nesîn lê nobeta weşanê girtibûn bi manşeta ‘Heta Hetayê Hevgirtin’ nûçe belav kir û got: ‘Hiqûqa qesrê nobedarên weşana me Onderoglu, Nesin û Fincanciyê girtin.’
Rojnameya Evrenselê ku di semanşeta xwe de cih da wê nûçeyê got: ‘Çavtirsandina li dijî hevgirtinê’.
(EKN/YO)