Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li rojavayê Helebê, li gundê Cînayê balafirên şerî li mizyeftekê bombe barandin. 42 kesên ji bo nimêja Eşayê li mizyeftê kom bûyîn mirin.
Li gor nûçeya Al Jazeerayê, Fermandariya Hêzan(CENCOM) ya ku navenda wê li Amerîkayê ye piştrast kiriye ku êrîşa hewayî di şeva dî de hatiye kirin.
Li gor nûçeyê CENTCOMê eşkere kiriye ku bombe li avahiyekê hatiye barandin ku li wê derê birêvebirên El Qaîdeyê kom bûbûn.
Berdevkê CENTCOMê, Colonel John Thomasî gotiye:
“Me ti mizyeft ji xwe re nekirine armanc lê ew avahiya ku me lê daye li rexa mizyeftekê bû. Mizyeft hêj ava ye û li wê derê ye.”
Li gor Navenda Çavdêriya li Mafên Mirovan a li Londonê ye, di êrîşê de 42 kes mirine. Ji sedan zêdetir birîndar hene.
Ajansa Anadolûyê da zanîn ku hejmara miriyan bûye 58.(NV/MB)
Wêne: Aref Watad – AA