Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Heftanînê, di dema operasyona bi navê “Pencik-Piling” de çawişê piyadê yê bi navê Serdar Temellî miriye.
Wezareta Parastina Netewî (MSB) derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku di dema wê operasyona li nav sînorên Herêma Kurdistanê, li hêla Heftanînê de bombeyek teqiyaye. Wezaretê di berdewamiyê de diyar kiriye ku di encame teqinê de çawişê piyade Serdar Temellî birîndar bûye û ew birine nexweşxaneyê, lê digel hemû midaxeleyan ew miriye.
17ê Hezîranê despêkiribû
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK), aşkere kiribû ku wan di 17ê Hezîranê de saetên sibehê li nava sînorên Herêma Kurdistana Iraqê bi navê “Pencik-Piling” operasyonek daye destpêkirin.
Di dema operasonê de 19ê Hezîranê Omer Kahya, 26ê Hezîranê Yunus Gul, 21ê Hezîranê Ertugrul Kose, 18ê Îlonê jî Harun Aslan û Gokhan Kiliç miribûn. (TP/AY/FD)