Li Hatayê serbazekê pispor hat kuştin
Li Hatayê serbazekê pispor yê bi navê Abdullah Akdenîz di şerekê li dijî endamên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) birîndar bû û li nexweşxaneyê mir.
![Li Hatayê serbazekê pispor hat kuştin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/189/215/original/22bb.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Hatayê serbazekê pispor yê bi navê Abdullah Akdenîz şeva dî di şerekê li dijî endamên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) de birîndar bû û îro li nexweşxaneyê mir.
Şer li çiyayên Ananosê pêk hatiye.
Serbazê 29 salî li Nexweşxaneya Îskenderûnê hat dermankirin û li wê derê miriye.
Termê serbazê pispor ji bo malbata wî ya li Osmanîyeyê hat şandin. Abdullah Akdenîz zewicî bû û zarokekê/a wî heye.(AS/MB)
*Wêne: Ibrahim Emûl – Osmanîye/DHA