Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Yayladagiyê ya bajarê Hatayê leşkerekê li qereqola li ser sînorî kar dikir şeva dî birîndar bûye. Leşkerê birîndar îro miriye.
Leşker bi gulleyekê birînndar bûye lê hêj diyar nebûye ka ew gulle ji kû ve hatiye û kê berdaye. Dema leşkeran li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê nobet digirtin hin kesan xwestine ji Sûriyeyê bi ser sînorî re bêne Tirkiyeyê. Leşkeran mûdaxele kiriye û nehiştiye ew derbas bibin. Di wê demê de gulleyek li leşkerekî ketiye.
Li gor Ajansa Anadolûyê leşker ji Amedê bûye.
(AS/MB)