Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walitiya Hatayê aşkere kiriye ku ji sibê pê ve wê kavilên 173 avahiyên bên rakirin.
Walitiyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye gotiye, “Heke bixwazin nîştecihên wan avahiyan di dema xebatên rakirina kavilan de li wir bin.”
Walitiyê weha gotiye:
“Di çarçoveya hatiye plankirin de rojên pêş kar û xebatên bên kirin wek lîste dê li ser malpera parêzgariyê bê belavkirin.”
Li 6ê Sibatê li bajarê Mereşê du erdhejên mezin pêk hatibûn û li 11 bajaran bandor kiriye. Di encama erdhejan de li gorî daneyên fermî nêzîkî 45 hezar kes mirine.(EMK/AY)