Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nivîskar û Rojnameger Mûsa Anter(Apê Mûsa), di 20ê Ilona sala 1992an de li Amedê hatibû kuştin. Peyayê JITEMê Hamît Yildirim, di doza kuştina Mûsa Anterî de weke tetikkêş dihat darizandin. Yildirimî di dozeke din ya edlî de 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê xwariye.
Bi tohmeta ku Ekrem Yildirim, kurê apê xwe birîndar kiriye di Sibatê de derbarê Hamît Yildirimî de bi tohmeta ku “biqestî birîndar kiriye” doz hatibû vekirin.
Danişîna dozê duh (5ê Kanûna Pêşiyê) li Dadgeha Cezê û Esliyê ya Şirnexê pêk hatiye.
Hamît Yildirimî di dadgehê de parastina xwe kiriye, sûc qebûl nekiriye û îddia kiriye ku yekê din sûc kiriye. Her weha xwestiye were beaetkirin.
Dozger xwestiye were cezakirin
Piştre Ekrem Yildirim ê ku giliyê Hamît Yildirim kiribû, hatiye guhdarîkirin.Yildirim daye zanîn ku tu pirsgirêkeke wî ya şexsî bi Hamît Yildirimî re nîne û wiha gotiye: “Pirsgirêkeke min a şexsî bi wî re nîn e. Lê belê di navbera wî û bavê min de ji ber deynan meseleyek heye. Roja bûyerê em li mala Nadir Şanli civiyan û li ser vê mijarê axivîn. Dema em li wir diaxivîn, munaqeşe çêbû. Minaqeşe veguherî pêvçûnekê. Hamît Yildirim sehpaya plastîk avêt rûyê min û ez ji çavê xwe û pozê xwe birîndar bûm. Wekî ku Hamît Yildirim ragihandiye, ne pêkan e ku Mehmet Yildirim sehpayê biavêje min. Ji ber ku di dema bûyerê de Mehmet li pişt min bû. Bersûc sehpa girt û avêt serçavê min. Ji ber tedawiyê di warê aborî de zirar gihaştiye min. Lê ez niha nizanim çi qas zirar gihaştiye min. Ez ê fatûre û belgeyan pêşkêşî dadgehê bikim. Ez giliyê wî dikim û ez dixwazim tevlî dozê bibim."
Piştî guhdarîkirina şahidan, nêrîna dozger hatiye xwendin. Di nêrînê de hatiye gotin ku bersûc bi sêpêya plastîk Ekrem Yildirim birîndar kiriye û di rapora dawî ya Ekrem Yildirimî de jî ji ber birîndarbûnê şopeke mayînde li ser rûyê wî maye û ji vê jî diyar e ku Hamît Yildirimî ev yek kiriye. Dozger xwestiye Hamît Yildirimî bê cezkairin.
Dadgehê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hamît Yildirim birîye.(HA/AY)