Ji ber kûrbûna qeyranê û bihabûnê di 2 salên dawî de ji 218 dikanên li Hala Fêkiyan ya Amedê niha tenê jê 70 dikan dixebitin.
Serokê Hala Fêkiyan a Amedê Firat Daşî daye zanîn ku hal ji 4 blokan pêk tê û bi giştî 218 dikan lê hene, lê ji van dikanan niha tenê 70 dikan tenê vekirî ne û dixebitin. Daşî weha gotiye: "Rewşa esnafan û piyaseyê qet nebaş e. Çimkî selikek ku berê bi 7 lîreyan bû, niha bûye 25 lîre. Bereke ku li Mêrsînê bi 2 lîreyan, heya tê vira dibe 5 lîre û ev ber gava diçe marketê difire.Qezenca me nîne. Li vir simsar jî perîşan bûne. Di nava salekê de ji sedî 30ê simsaran (komîsyonvan) top avêtine."
148 dikan hatine girtin
Daş daye zanîn ku di 2 salên dawî de li hala fêkiyan 148 dikan hatine girtin û gotiye: "Gelek jê îflas kirin. Hin kesan jê xaniyên xwe, wesayîtên xwe firotin lê dîs ajî nikaribûn xwe ji topavêtinê xelas bikin."
Bandora Şer
Serokê Hala Fêkiyan Firat Daşî bal kişandiye ser şerê li herêmê tê kirin û bandora wê ya li aboriyê û weha got: "Bandora şer zêde li ser aboriyê heye. Niha em nikarin lazmatiyên xwe yên sereke bikirin. Bi rastî jî îstiqrar nemaye. Aloziyek mezin heye. Her roj dizî, tundî... Kes nikare debara xwe bike." (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê