Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ajansa Berevaniya Sivîlan a Haîtiyê aşkere kiriye ku di encama erdehejê de heta niha 2 hezar û 207 kes mirine. Hejmara birîndaran jî bûye 12 hezar û 268.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di encama erdhejê de zêdetirî 100 hezar xanî hilweşiyane an jî ziyan dîtine, 344 kes jî winda ne.
Xebatên rizgarkirinê yên kesên di bin xaniyên rûxiyanî de mane, dewam dikin. Ji ber erdhejê li welêt karesateke mezin çêbûye û rêweberiya welêtî ji civaka navnetewî alîkarî xwestiye.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya DYAyê, aşkere kiribû ku navenda erdhejê li bakurê rojhilatê bajarê Saint-Jean-du-Sudê ye û pîleya wê 7,2 ye. Ariel Henry, Serokwezîrê Haitiyê diyar kiribû ku wan ji bo mehekê rewşa awarte ragihandiye. (EMK/FD)