Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ya Haîtîyê ragihandiye ku hejmara welatiyên ji ber nexweşiya kolerayê mirine derketiye 136an.
Li gor daxuyaniya wezaretê ji kesên ku bi nexweşiya kolerayê ketine jê 89 kes li nexweşxane yan jî li navenda dermankirinê ya kolerayê mirine û her weha 47 kes jî li malên xwe mirine.
Berpirsê ragihandinê yê Doktorên Sînornenas (MSF) Alexandre Marcou ji CNN Internationalê re li ser nexweşiya kolerayê ya ku li welatî belav dibe gotiye, "Di demên dawî de, em rojane serlêdanên 250 kesan li navendan qebûl dikin.”
"Li beşeka mezin a herêma metropolê hejmara nexweşan zêde dibe. Ev ji bo me pir metirsîdar e ji ber ku hejmara nivînên li navendên me yên dermankirina kolerayê ji bo 350 kesî ye û sînordar e."
Tedros Adhanom Ghebreyesus, Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di daxuyaniya xwe ya di 5ê Çiriya Pêşîyê de gotibû, “Di şewba ku piştî 3 salan cara ewil li Haîtîyê hatiye dîtin de heta niha 2 nexweş ji aliye dezgehên fermî ve piştrast bûye. 20 nexweşên gumanbar û 7 mirin jî tên lêkolînkirin.”
Kolera çî ye?
Kolera nexweşiyeke ku zikçûn zêde û akût e û ji ber enfeksiyona rovî ya ku ji hêla bakteriya Vibrio cholerae ve çêdibe pêk tê. Li cîhên ku av û paqijiya kesane kêm in çêbibe. Bi rêya avê belav dibe.(SD/AY)