Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şêwirmendiya Çapeminiyê û ya Têkiliyên Gelî ya Wezareta Berevaniya Netewî aşkere kiriye di nava sînorên Herêma Kurdistanê de, li Haftanînê di encama êrîşa PKKyiyan de du leşker mirine.
Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku du leşker jî birîndar bûne.
Artêşa Tirkan (TSK) ji 24ê Tebaxa 2019an heta niha bi navê “Pençe-3” li nav sînorên Herêma Kurdistanê operasyona leşkeri pêk tîne.
Di 25ê Tebaxa 2019ê de sê leşker, di 2yê Kanûna Pêşiyê ya 2019ê de leşkerek, di 2yê Kanûna Paşiyê ya 2020an de du leşker û di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de jî leşkerek û cerdevanek miribû. (EKN/FD)