Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Gurcistanê cara dawiyê ye ku gel ji bo hilbijartina serokomar dengên xwe avêtine. Di tûra duyem a hilbijartinê de Salome Zurabişvili, Wezîra Karên Derve ya berê ji sedî 59,6 dengên gel bi dest xistiye û bûye serokomar.
Namzetê din yê bi navê Grigol Vaşadze ji sedî 40,4 deng stendiye.
Zurabişvili weke namzeta serbixwe ketiye hilbijartinê û Partiya Xewna Gurcuyan piştgiriya wê kiriye. Partiya Tevgera Netewî ya Mezin ya desthilatdar jî piştgiriya Vaşadzeyî kiriye.
Giorgi Margvelaşvili, serokomarê niha aşkere kiribû ku ew ê di hilbijartinê de nebe namzet.
Zurabişvili piştî ku encam diyar bûne daxuyaniyek belav kiriye û tê de wiha gotiye, “Gelê Gurcistanê biryareke girîng stendiye” û dahatû bibiryar û heta dawiyê li dû xwe hiştiye”.
Salome Zurabishvili wê di meha Kanûna Paşiyê (Berfanbar) de dest bi wezîfeyê bike.
Derbarê Salome Zurabishviliyê de
Ji malbateke navdar a Gurcuyan e ku li Fransayê dijîn. 30 salan weke dîplomat di Wezareta Karên Derve ya Fransayê de kar kiriye. Cara pêşiyê sala 2003yê weke balyoza Fransî li Gurcistanê wezîfe kiriye. Di Adara 2004ê de ji hêla Mikheil Saakashvili, Serokomarê Gurcistanê ve weke Wezîra Karên Derve ya hikûmeta şoreşger hatiye tayînkirin. Hem hemwelatiya fransayê hem jî ya Gurcistanê ye. Demekê derbarê rewşa li Îranê de li koma çadêriyê ya Neteweyên Yekgirtî de kar kiriye. (EMK/FD)