Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Derya Yanik, Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatan û Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî tevlî “Civîna Nirxandin û Şopandinê ya Kooordînasyona Bajarî ya Têkoşîna Li Dijî Tûndkariya Li Ser Jinan” bûne. Civîn li Navenda Koordînasyona Rewşên Lezgîn û Ewlekariyê(GAMER) pêk hatiye û Waliyê 81 bajaran jî bi sîstema video konferansê beşdar bûne.
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî di civînê de axiviye û gotiye, “Îsal heta 15ê Çiriya Paşiyê 251 jin hatine kuştin. Di tevahiya sala par de ev hijmar 268 bû.”
Li gorî rapora tûndkariya mêran a bîanetê ev hejmar 285 e.
Bitikîne-Mêran di 326 rojan de 285 jin kuştine, 711 jin birîndar kirine
Bixwîne-Raporên tûndkariya mêran
Çareseriya Wezîran: Kelemçeya Elektronîk
Wezîrî diyar kiriye ku li Navenda Kelemçeya Elektronîk kapasîteya hezar kelemçeyî heye û weha gotiye, “Li tevahiya Tirkiyeyê niha 287 kelemçeyê aktif hene. Hejmara kelemçeyên hatine pêkanîn û yên dema wan bi dawî bûne 501 in. Wate tevhev biryara 788 kelemçeyan dane ku hatiye pêkanîn û dê were pêkanîn. ji ber vê yekê ez difikirim ku divê em di nava hewldana zêdekirina hejmara biryarên têdbîrê yên ji bo pêşîlêgirtinê û parastinê û zêdekirina hejmara biryarên kelemçeyê de bin. Lihev bîne û bişîne malê rêbazeke hêsan e lê diyare ku ne çareseriye.”
Derya Yanik, Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatan jî gotiye ku tûndkariya li nava malbatê û tûndkariya li dijî jinan hemû beşên civakê eleqeder dike.
(EMK/AY)