Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Perwerdeyê ya Milî (MEB) encamên sîstema Nirxandin û Şopandina Bikerhatinê ya Akademîk (ABİDE) aşkere kir ku ev sîstem weke alternatîfa sîstema nirxandin û perwerdeyê ya Rêxistina Geşepêdan û Hevkariyê ya Aborî (OECD) ya bi navê PISAyê hatiye sazkirin.
Ezmûn di navbera 28ê Adarê û 15yê Nîsanê ya 2016yê de li 1299 dibistanên 495 navçeyan yên 81 bajaran bi beşdariya 39 hezar xwendekarên pola 8emîn bi rê ve çû.
Ji bo lêkolînê pirsên ji şîroveyê re vekirî û yên bi rengê testan hatin pirsîn ku ji dersên weke Tirkî, matematîk, fen û teknolojî, zanînên civakî hatine hilbijartin. Ji bo her dersê 51 pirs hatin pirsîn û faktorên ku bandorê li xebatan dike jî hatin pîvan.
Encamên ABİDEyê weke yên PISAyê ne
Li gorî encaman Li Tirkiyeyê ji sedî 89ê xwendekaran di testa matematîkê de di bin asta normal û kêmtirî wê de ne. Di Zanîna Fenê de ji sedî 85, di Zanînên Civakî de ji sedî 73, di Tirkî de jî ji sedî 71 di asta normal û û kêmtirî wê de ne.
Encamên ABİDEyê ji yên PISAyê ne cudatir in ku ABİDE weke alternatîfa PISAyê hatiye amadekirin.
Ji bo ABİDEyê wê di meha adarê ya 2018yê de ezmûneke nû çêbibe û wê li guhertina di navbera her du ezmûnan de binêrin.
Emcamên PISAyê çawa bûn?
PISA ji bo bikêrhatîbûna xwendekarên 15 salî ya di matematîk, fen û xwendinê de bizanibe ji hêla OECDyê di 6 astan de tê çêkirin. Li gorî encamên PISA 2015yê Tirkiye di nava 70 welatan de di matematîkê de bûbû 49emîn, di fenê de bûbû 52yemîn û di xwendinê de bûbû 50emîn. Yanî li gorî van encaman Tirkiye di nava 34 welatên endamên OECDyê bûbû welatê 32yemîn. (HK/FD)