Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li gorî Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê(TUIK) di meha Kanûna Paşiyê de rêjeya bêkariyê ji sedî 11,4 e.
Hejmara kesên bêkar yên temenê wan 15 û berjortire li gorî meha Kanûna Pêşiyê di meha Kanûna Paşiyê de 21 hezar zêde bûye û gîhaştiye 3 mîlyon û 859 hezarî.
Di vê mehê de rêjeya bêkariya mêran bûye ji sedî 10,3 û ya jinan jî ji sedî 13,6 e.
Rêjeya îstîhdamê ji sedî 46,5 e
Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin li gorî meha berê di Kanûna Paşiyê de 43 hezar kes kêm bûye û daketiye 29 mîlyon û 910 hezarî.
Rêjeya îstihdamê bi kêmbûna 0,2 pûanan bûye ji sedî 46,5. Ev rêje ji bo mêran ji sedî 63,8 e û ji bo jinan jî ji sedî 29,7 e.
Rêjeya tevlîbûyîna kar ji sedî 52,6 e
Di vê mehê de bi kêmbûna 22 hezar kesî hejmara tevlîbûyina karî daketiye 33 mîlyon û 769 hezaran.
Rêjeya tevlîbûyîna kar 0,1 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 52,6.
Rêjeya tevlîbûyîna karî di mêran de ji sedî 71,1 e û di jinan de ji sedî 34,4 e.
Rêjeya bêkariyê ya ciwanan ji sedî 21,6 e
Rêjeya bêkariyê ya ciwanên ku temenê wan di navbera 15-24an de ne li gorî meha berê ye û neguheriye. Ji sedî 21,6 e.
Rêjeya bêkariya vê komê di mêran de ji sedî 18,4 e di jinan de ji sedî 27,6 e.
(HA/AY)