Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê(TUIK) îstatîstîkên karî yên têkildarî qonaxa Kanûna Pêşiya 2021an aşkere kiriye.
Li gorî daneyên hatine aşkere kirin hejmara bêkaran di Kanûna Pêşiyê de li gor meha Çiriya Paşiyê 2 hezar kes zêde bûye û gîhaştiye 3 mîlyon û 794 hezaran. Rêjeya bêkariyê jî 0,1 pûan kêm bûye û gîhiştiye ji sedî 11,2an.
Hejmara wan kesên kar jê re hatine dîtin li gorî meha Çiriya Paşiyê 236 hezar kes zêde bûye û gîhaştiye 30 mîlyon û 141 hezaran.
Rêjeya wan kesên kar jê re hatiye dîtin 0,3 pûan zêde bûye û bûye ji sedî 47. 20 mîlyon û 501 hezar mêr, 9 mîlyon û 640 hezar jin kar dikin.
Di vê mehê de ji kesên emrê wan di navbera 15 û 24an de ne li gorî meha berê rêjeya bêkariyê 1,6 zêde bûye û derketiye ji sedî 20,8an.
Ji sedî 55,4ê îstîhdamê di sektora xizmetê de ye
Hejmara kesên ku hatine îstihdamkirin li gorî meha pêşiyê di sektora çandiniyê de 10 hezar, pîşesazî 108 hezar, avahîsazî 5 hezar û di sektora xizmetê de 134 hezar zêde bûye.
Ji kesên ku hatine îstîhdamkirin jê sedî 16,8 di sektora çandinîyê de, sedî 21,7 pîşesazî, sedî 6 avahîsazî û ji sedî 55,4 di sektora xizmetê de cih girtiye.
Rêjeya karkerên ku bi awayekê fermî nehatine qeydkirin li gorî heman meha sala par 0,1 pûanan kêm bûye û gihîştiye ji sedî 27,8an.
Rêjeya bêkariya ji derveyî cotkariyê li gor sala berê 0,5 puan zêde bûye û derketiye ji sedî 18,3an.(HA/AY)