Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Saziya Istatîstîkan a Tirkiyeyê(TUIK) daneyên bêkariyê yên meha Sibatê weşandiye.
Hejmara kesên bêkar li gorî meha berê 178 hezar kêm bûye û bûye 3 mîlyon û 579 hezarî.
Di vê mehê de rêjeya bêkariya mêran bûye ji sedî 9,3 û ya jinan jî ji sedî 13,4 e.
Li gorî daneyên vê mehê rêjeya bêkariyê di asta herî nizm ya 8 mehên dawî de ye. Lêbelê rêjeya bêkariya berfireh hê jî li ser ji sedî 20î ye.
Rêjeya îstîhdamê ji sedî 46,6 e
Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin li gorî meha berê di Sibatê de 90 hezar kes zêde bûye û gîhaştiye 30 mîlyon û 6 hezar kesî. Rêjeya îstîhdamê neguheriye û ji sedî 46,6 e.
Ev rêje ji bo mêran ji sedî 64 e û ji bo jinan jî ji sedî 29,6 e.
Rêjeya tevlîbûyîna kar ji sedî 52 e
Hejmara tevlîbûyîna karî jî li gorî meha berê di Sibatê de bi kêmbûna 87 hezar kesî hejmara tevlîbûyina karî daketiye 33 mîlyon û 585 hezaran.
Rêjeya tevlîbûyîna kar 0,2 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 52,2.
Rêjeya tevlîbûyîna karî di mêran de ji sedî 70,6 e û di jinan de ji sedî 34,2 e.
Rêjeya bêkariyê ya ciwanan ji sedî 20,7 e
Rêjeya bêkariyê ya ciwanên ku temenê wan di navbera 15-24an de ne li gorî meha berê 0,6 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 20,7.
Rêjeya bêkariya vê komê di mêran de ji sedî 17,7 e di jinan de ji sedî 26,5 e.
(HA/AY)