Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî daneyên ku Saziya Istatîstîkan a Tirkiyeyê(TUIK) îro weşandiye di meha Hezîranê de hejmara bêkaran kêm bûye. Li gorî meha Gulanê 136 hezar kêm bûye û bûye 3 mîlyon û 541 hezar.
Di vê mehê de rêjeya bêkariya mêran bûye ji sedî 8,5 û ya jinan jî ji sedî 13,8 e.
Rêjeya îstîhdamê ji sedî 47,8 e
Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin li gorî meha berê di Hezîranê de 46 hezar kes kêm bûye û bûye 30 mîlyon û 866 hezar kesî. Rêjeya îstîhdamê 0,1 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 47,8 e.
Ev rêje ji bo mêran ji sedî 65,3 e û ji bo jinan jî ji sedî 30,6 e.
Rêjeya tevlîbûyîna kar ji sedî 53,2 e
Hejmara tevlîbûyîna karî jî li gorî meha berê di Hezîranê de bi kêmbûna 182 hezar kesî hejmara tevlîbûyina karî daketiye 34 mîlyon û 407 hezaran.
Rêjeya tevlîbûyîna kar 0,4 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 53,2.
Rêjeya tevlîbûyîna karî di mêran de ji sedî 71,3 e û di jinan de ji sedî 35,5 e.
Rêjeya bêkariyê ya ciwanan ji sedî 20,4 e
Rêjeya bêkariyê ya ciwanên ku temenê wan di navbera 15-24an de ne li gorî meha berê neguheriye û bûye ji sedî 20,4.
Rêjeya bêkariya vê komê di mêran de ji sedî 16,3 e di jinan de ji sedî 27,9 e.
(HA/AY)